Konsûlê Brîtanîyayêyî sereke Dêvîd Xant pêşnîyar kirîye, ku li Hewlêrê zankoya Londonê bidine vekirinê.
Derheqa wê yekêda şêwira învêstora, ya Herêma Kurdistanê elam kirîye. Hatîye dîyarkirinê , wekî Dêvîd Xant li wir qesidîye û ew yek raberî serokê învêstora Mehmed Şukurî kirîye.
Xant gotîye, wekî heger zanko bê vekirinê, wî çaxî ewê bibe merkza xwendinêye mezin li Rojhilata Navîn.
Bi dîyarkirina wê yekê, wekî zankoyên li Kurdistanê nava halekî başdanin, Şukurî daye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku învêstor guhdarîya zêde bidine ser goveka perwerdê.
Zankoya Londonê, ya ku sala 183O-î hatîye damezirandinê, dikeve nava deh zankoyên Anglîyayêye here baş.