Serokê ştaba pêşmerga, gênêral Îsa Ozêyr rastî serokê ştaba eskerê îraqî , gênêral Ebdule Emîr Yarala li Maxmûrê rastî hevdu hatine. Derheqa wê yekêda ji wezîreta pêşmerga elam kirine.
Hatîye dîyarkirinê, wekî herdu fermandara derheqa halê li wê nehîyê gotûbêjkirin derbaz kirine û derheqa opêrasîyonên tevayîda xeberdane.
Dawîya meha hezîranê dêlêgasîya wezîreta pêşmerga, bi serkarîya gênêral-lêytênant Ozêyr çûbû Bexdayê, li kîderê tevî fermandarîya Îraqêye leşkerî derheqa hevkarîyêda gotûbêjkirin derbaz kiribû.
Wekîlên eskerên Îraqê û pêşmerga her dem li nehîyên hevraqayîlnekirî rastî hevdu tên û bi seredan li Hewlêrê û Bexdayê diqesidin bona ku koordînasîyakirina opêrasîyonên dijî DAÎŞ-ê bi hevra gotûbêj bikin.