Fêstîvala « Zerdela zêrîn» wê bi prêmîyêra fîlma «Amêrîkî» li Yêrêvanê destpêbe. Prodyûsorê fîlmê Arman Nişanyane.
«Ez gelekî şame, wekî prêmîyêra fîlmê hema li Ermenîstanê derbaz dibe û em gerekê bi firnaxbûn nasîya dinîyayê bidine fîlma ermenîye hazirkirî»,- Arman Nişanyan gotîye.
Hazirkirina fîlmê sibata sala 2O2O-î destpê bûye, lê rûyê nexweşîya koronavîrûsêda xebatên hazirkirinê hatibûn sekinandinê.