H’emû nûçeSereke
Kongrêsmênên ŞAY dew kirine ku hukumat raportê derheqa xebitandina sîlihên qedexekirî, yên ku Adirbêcanê şerê 44 rojeda dane xebatê, raberke
Kongrêsmênên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Tonî Kardênas û Birêd Şêrman nava projeya byûcêya sala 2O23-a da zêdekirin raber kirine, bi kîjanê bangî katibtîya parastinê kirine ku hukumat raportê derheqa xebitandina sîlihên qedexekirî, yên ku Adirbêcanê şerê 44 rojeda dane xebatê, raberkin. Derheqa wê yekêda ji data Ermenîye li Amêrîkayê ragîhandine.
Kongrêsmên dew kirine ku nava raportêda tê dîyarkirinê ku gelo nava dironên tirkada dezgehên amêrîkî hebûne, yan na, kîjan Adirbêcanê dijî Ermenîstanê û Arsaxê dane xebatê. Xêncî wê yekê gerekê raportêda bê raberkirinê, ku ji alîyê Adirbêcanêda bombên fosforê û tiştên qedexekirîye mayîn hatine xebitandinê, ji alîyê Tirkîyayê û Adirbêcanêda têrorîstên ji welatên der çawa anîne Adirbêcanê.