SerekeSîyasî

Kurdistan amadeye hevraqayîlnebûnên tevî Bexdayê helke, lê nava mafên xweye konstîtûsîyonda ewê paşda venekişe

Hukumata Herêma Kurdistanê, amadeye hevraqayîlnebûnên tevî Bexdayê helke, lê nava mafên xweye konstîtûsîyonda ewê paşda venekişe. Derheqa wê yekêda serokwezîr Mesrûr Barzanî elam kirîye.

Pirsên derheqa hevraqayîlneûnên di navbera hukumata herêmê û hukumata fêdêralda wextê hevdîtina li Hewlêrê, ya serokwezîr Barzanî û bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Îraqê Alîna Romanovskîyê, hatine gotûbêjkirinê.

«Barzanîyê serokwezîr îzbat kirîye, wekî Kurdistan her dem amade bûye wan pirsa tevî Bexdayê helke, lê li ser bingeha konstîtûsîya  Îraqê»,- li ser malpera fermî, ya hukumata Herêmê, hatîye dîyarkirinê.Usa jî hatîye gotinê, wekî Kurdistanê bona mafên xweye konstîtûsîyon paşda venekişe.

Usa jî hatîye gotinê, wekî lîdêrê kurd daye dîyarkirinê, ku pêşkeftina Kurdistanê usa jî karê dide Îraqê û hukumata fêdêral gerekê piştgirîyê bide hemû herêmên welêt.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button