H’emû nûçeSereke

Wedê gotûbêjkirina erzên bona bûyîna welatîyê Ermenîstanê hatîye kurtkirinê

Nava nîveka sala 2O22- a ye ewlinda, erzên bona stendina welatvînîya Ermenîstanê carekêra zêde bûne. Derheqa wê yekêda polîsîya Ermenîstanê elam kirîye. Heger nava şeş mehên ewlinda yên sala 2O21-ê hejmara erzên stendî gihîştîye 3448 merivî, nava şeş mehên sala 2O22-a da ew hejmar gihîştîye 9917 a. Lêkolîn didine dîyarkirinê, wekî nava vê salêda ew hejmara mezin wê yekêva girêdaîye, wekî ermeîyên ku li Rûsîyayê dijîn, dixwezin bibine welatîyên Ermenîstanê û bo wê yekê jî sirêyên mezin pêşda hatine. Ji 25 ê hezîranêda hatîye qirarkirinê, wekî erzên bona stendina welatvînîya Ermenîstanê wê nava 9O rojên xebatêda bêne gotûbêjkirinê. Berê ew wede şeş meh bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button