H’emû nûçeSereke

Dêpartamênta ŞAY bi aktîvî piştgirîyê dide mîyaserkirina cêrge projeyên li stansîya Ermenîstanêye atomî 

Dêpartamênta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bi aktîvî piştgirîyê dide mîyaserkirina cêrge projeyên li stansîya Ermenîstanêye atomî. Bo wê yekê jî gotûbêjkirin hatine derbazkirinê.Wekîlên hukumata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, bi taybetî yên dêpartamênta ênêrgêtîkayê, li stansîyayê qesidîne.

Pirsên derheqa teşkîlkirina hînkirina teşkîla xebatkarên stansîyayê hatine gotûbêjkirinê.

Wextê şêwirdarîyê, usa jî pirsên derheqa xebitandina stansîya atomîda hatine gotûbêjkirinê.

Dawîya hevdîtinê, serokê stansîyayê Martîrosyan bi hêvîdarî gotîye, wekî hevkarîya nava salada sazbûyî wê pêwandîya zêdetir bidine qewînkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button