Moskvayê Şêwira Sûrîyayêye Dêmokratîk daye bawarkirinê, wekî wê piştgirîyê nede planên Enqerê, ji bo opêrasîoneke bi sirê. Derheqa wê yekêda wekîlê Şêwira Sûrîyayêye Dêmokratîk Basam Sakêr gotîye RÎA Novosîtîyê.
«Rûsîyayê em dane bawarkirinê, wekî wê îşiqa kesk bona Tirkîyayê vênexe bi armanca zeftirina nehîyên bakûr-rojhilatê Sûrîyayê»,-misiletçîyê ajansê gotîye. Bi gotina wî qewatên Tirkîyayê hela hê êrîş nekirine.
Wekîlê fermî, yê serokkomarê Tirkîyayê Îbrahîm Kalin ragîhandibû, ku Enqere amedeye her dem destbi opêrasîyoneke nû, ya leşkerî li bakûrê Sûrîyayê bike.
Amadebûna qewatên tirkaye li ser sînorê Sûrîyayê, ku opêrasîyona dijî kurda mîyaser dikin, Damişqê gelek cara ew ya neqanûnî nav kirîye û bangî Enqarê kirîye, ku hêzên xwe derxe.