AborîSereke

Nava mehekêda li  niqitka Larsêye derbazbûnêda pirsgirêka sirê wê bê zelalkirinê: Kêrobyan

Berdana Larsê meh nîvê xilazîyêda êpêce mezin bûye. Bi ragîhandina Armênprêssê, wextê civîna hukumatêye bi sirê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê, Vahan Kêrobyan gotîye rojnamevana.

 “Berdana avtomaşînên ermenî zêde bûye. Herkê du meh pêşda nava rojêda 13O avtomaşînên ermenî Larsêra derbaz dibûn, lê niha ew weke 25O ye”, ewî got.

Bi gotina Kêrorbyan eşîyayên  lez xiravbûyî lez derbaz dibin û xebata deranînçîya dane sivikkirinê û rîsk kêm bûne.

 “Em difikirin, wekî nava mehekêda pirsgirêka sirê wê bi temamî safîbe, sirê wê bên hildanê û pirsgirêkên me  wê tunebin, hetanî ku mecalên hewayê xirab nebin”,- ewî got.

Paşdavegerandina ser cîguhastina bi gemîyê, wezîr got, wekî ew pirs wê van roja safîbe. “Yan na, bi gemîstana Batimê emê bikarvin wî tiştî  bikin û mecala  altêrnatîv biefrînin. 

Pirsgirêk ewe, wekî hevaltîya holandî tevlî  cezayên dijî Rûsîyayê bûye û destî sanksîya stendina îzindayîna derengî dikeve.

Hevaltîya Batimê ji alîyê  hevaltîya fîlîpîna tê serwêrîkirinê, ji kîderê stendina destûrê diha hêsaye. Em difikirin, wekî gemîstana Potîyê mecala başe, lê herkê ew nebe, emê mecala duem bikin”,- Kêrobyan got.

Bi paşdavegerandina ser zêdebûna qîmet, wezîrê êkonomîkayê got, wekî banka merkezî dijî qîmetzêdebûnê şerkarîyê dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button