H’emû nûçeSereke

Pêşxistina pêwandîyên dostîyê û biratîyêye tevî Îranê girîng hatîye hesabkirinê

Nîkol Paşînyanê serokwezîr sêkrêtarê şêwira Îranêye bêqezîyabûnê Elî Şamxanî qebûl kirîye.

Serokwezîr seredana birêz Şamxanî, ya li Ermenîstanê silav kirîye û pêşkeftina pêwandîyên Ermenîstanê û Îranêye dostîyê û biratîyê girîng hesab kirîye. “Seredanên li ser dereca bilind girîngin û ez şame bidime kifşê, wekî tevî serokê Îranê, birêz Reyîsî li hev hatîye atmosifêra xebatêye baş sazkin. Ez şame ku dibînim wekî tevî hevalkarên meye mayîn jî pêwandîyên baş hene”,- Nîkol Paşînyan gotîye. Serokwezîr bi hêvîdarî gotîye,wekî nava hemtêksta pirsên rojeva dualîda, seredana birêz Şamxanî wê kardarbe.

Elî Şamxanî bona qebûlkirinê razalixî elam kirîye û slavên serokê Îranê gîhandine Nîkol Paşînyan.Ewî gotîye, wekî Îran jî hewaskare pêwandîyên di navbera Îranê û Ermenîstanêda bêne pêşxistinê û qewînkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button