H’emû nûçeSereke

Pêwandîyên êkonomîkîye tevî Tirkîyayê û komkujîya  Ermenî nikarin tevlîhev bikin: Afêyan

Gerekê hinek şuxulkarîya /komkujîya Ermenî/ ji pirsên mayîn cudakin û tevlîhev nekin. Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina tevî rojnamevana, serokê kompanîya dermançêkirinêye Modêrnayê Nûbar Afêyan gotîye.

Bi gotina wî, komkujîya Ermenî bûyara dîrokîye û tu desthilatdarîk nikare li ser wê yekê tehsîrke û heger komkujî nebûya, piranîya ermenîya wê li temamîya dinîyayê belav nebûya.

“Du sal pêşda, dema ku prêssa navnetewî derheqa vaksîna minda digot, li Tirkîyayê nivîsîn ku ez tirkim, yê ku nava wededa cîguhastî welatekî mayîn bûye, lê paşê hate gotinê,  ku heger li wir ermenî nekuştana, diqewime em li wir bimana”,- Afêyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button