H’emû nûçeSereke

Prînsîpên yekîtîya têrîtorîyayên welata û bêqezîyabûna sînora gerekê bêne qedirgirtinê

Sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan rastî sêkrêtarê şêwira Îranêye bêqezîyabûna miletîyê Elî Şamxanî hatîye.

Ji ofîsa sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê ragîhandine, wekî sêkrêtarên herdu welata derheqa pêşkeftina hevkarîya pircûreda dane dîyarkirinê û nava wê hemtêkstêda derheqa girîngîya hevkarîya êkonomîkîda xeberdane. Sêkrêtarê  şêwira bêqezîyabûna Ermenîstanê Armên Grîgoryan derheqa normalkirina pêwandîyên ermenîya-azêrîyada raber kirîye û daye dîyarkirinê, wekî nava wê şuxulkarîyêda pirsa derheqa sivderêda nayê gotûbêjkirinê.

Sêkrêtarê şêwira Îranêye bêqezîyabûnê Elî Şamxanî gotîye wekî nava wê kontêkstêda gerekê qedirê prînsîpên yekîtîya têrîtorîyayên welata û xweykirina sînora bêne qedirgirtinê.

Armên Grîgoryan usa jî nêzîkbûnên Ermenîstanêye bona çareserkirina bêqezîyabûna herêmîda raber kirine û nava wê doranêda sêkrêtarê şêwira Îranêye bêqezîyabûnê derheqa hazirîya Têhranêda daye dîyarkirinê wekî Têhran hazire alî çareserkirina bêqezîyabûna Qafqasîya Başûr bike.

Alî pevketine bi meremê dîyalogê li ser sînorê Ermenîstanê û Îranê rastî hevdu bên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button