
Koalîsîyona navnetewî îzbat kirîye wekî wê piştgirîya leşkerî bide kurdên Sûrîyayê. Derheqa vê yekêda şiroçîyê rojhilatzan Sêmyonov kanala xweye Têlêgramêd gotîye.
Koalîsîyona navnetewî careke mayîn îzbat kirîye, wekî ewê piştgirîya leşkerî û têknîkîye bona şêwira Manbîcêye leşkerî berdewamke. Derheqa wê yekêda wextê hevdîtina tevî lîdêrên şêwira Manbîcêye leşkerî hatîye gotinê”,- Sêmyonov nivîsîye.
Em bîr bînin, wekî li bakûrê Sûrîyayê halê sertbûyî dîsa usa dimîne, çimkî Tirkîya gefa duxwe ku wê opêrasîyona nû dijî kurdên Sûrîyayê destpêke.