H’emû nûçeSereke

Koalîsîyona tirka-azêrîya dijî  Îranê: gelo Êrdogan li Têhêranê kirîn-frotanê çawa dikare bike?

Li Qafqasîya başûr seredanên seroka, wezîrên karên der, serokên sîstêmên bêqezîyabûnê berdewam dibin. Nava rojeva hevdîtinada hîmlî pirsên bêqezîyabûnê û êkonomîkîne. 19-ê tîrmehê serokê Tirkîyayê wê here Îranê. Van roja wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov li Têhranê bû, lê sêkrêtarê şêwira Îranêye bêqezîyabûnê El Şamxanî li Ermenîstanê bû.

Pêşezanê herêmî Harût Arakêlyan difikire, wekî elametîya Şamxanîye li Yêrêvanê bona Tirkîyayê  bû, le ne bona Adirbêcanê bû.Ewî li Yêrêvanê wekilandibû, wekî Îran her cêribandineke bona guhartina halê gêopolîtîkîye li herêmê çawa tiştê qebûlnekirinê hesab dike. Ewî dabû dîyakirinê, wekî Têhran piştgirîya pêvajoya vekirina rîya dike, lê ew yek gerekê nava yekîtîya têrîtorîyayên welatada bê kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button