Rojnama brîtanî van axirîya derheqa Nadîm Zahabîda nivîsîbû, yê ku van axirîya bibû wezîrê Brîtanîyayêyî fînansa. Niha jî Sahabî kandîdatîya xwe bona qulixa serokwezîrê Brîtanîyayê pêşda kişandîye.
«Armanca min yeke: ez dixwezim mecala bidime nisileta xwe û hemû brîtanîya, nenihêrî wê yekê ku ew kîne û bona ku êkonomîka qewînbe»,- Sahabî gotîye rojnama “Evening Standard ” ê .
Nadîm Zahabî qulixa wezîrê vaksînasîyayê stendibû, wextê ku Brîtanîya çawa welatê ewlin progiramên dijî koronavîrûsê pêşda kişandin.
Zahabî kurdê ji Îraqêye, yê ku zarotîya xweda hatibû Brîtaîyayê û ew endamê partîya Konsêrvatîve.