SerekeSîyasî

Serokê provînsîya Nînêvîyayê: êrîşên bi rokêtaye ser Hewlêrê gerekê bêne sekinandinê

Sîyasetmedarê îraqî, serokê provînsîya Nînêvîyayê Nacîm Al Cebûrî bang kirîye ku êrîşên bi rokêtaye ser Hewlêrê bidine sekinandinê.

Al Cebûrî ev elametî wextê hevdîtina tevî serokwezîrê Îraqê Mistefa Al-Kazimî belav kirîye.

Wextê hevdîtinê, serokê Nînêvîyayê hêzên Nînêvîyayêye bêqezîyabûnê bona wê yekê gunhkar kirîye, ku hetanî niha wanra ll hev nehatîye wan êrîşa bidine sekinandinê.

Roja şemîyê serokwezîrê Îraqê li Nînêvîyayê qesidîbû, li kîderê hevdîtinên wî tevî seroktîya provînsîyayê derbaz bûne, ku halê li herêmê gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button