H’emû nûçeSereke
Teşkîldarîyên STARMÛS yên li Ermenîstanê wê femdarîya derheqa zanistîyêda biguhêrin: Arayîk Harûtyûnyan

Bi teglîfkirina hîmdarê fêstîvala zanistî , ya navnetewîye STARMÛS ê, Garîk Îsrayêlyan serokê admînîstrasîya serkwezîrê Ermenîstanê Arayîk Harûtynyan tevî teştîya fermî bûye ku şuxulkarîya fêstîvalê, tehsîra wê û derbazkirina wê gotûbêj bikin. Derheqa wê yekêda Harûtyûnyan rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.
«Bernama fêstîvalê, hevdîtin û teşkîldarî hatine raberkirinê, derbazkirina kîjana li Ermenîstanê wê fikirdarîya derheqa zanistîyêda bide guhartinê. Ermenîstanê nava civaka navnetewîda çawa welatekî bi mîrata ulmîye dewlemend bê raberkirinê.
Wextê hevdîtinê pêşnîyar û mecalên fêstîvalê hatine gotûbêjkirinê»,- Arayîk Harûtyûnyan nivîsîye.