SerekeSîyasî

Êzdî qirara parlamênta Almanîyayê, ya derheqa naskirina komkujîyêda, silav dikin

Wextê prêss- konfêransa li Lalişê, wekîlê Mîrê êzdîya û civîna  Ruhanî Kerîm Silêman gotîye: «Eva serê heyşt salaye ku dijî êzdîya komkujî tê mîyaserkirinê. Niha hinek welatên avropî destpê kirine wan xirabkarîya naskin. Bi taybetî ew yek girînge, wekî Almanîya çawa welatekî girîng û qewat ev komkujî nas kir». Nava axaftina xweda Kerîm Silêman gotîye: « Em razalixîyê elamî Almanîyayê dikin û qirara wê wê li ser halê êzdîya tehsîrke, yên ku li Almanîyayê dijîn, çimkî ew bi mecbûrî, rûyê komkujîyêda, çûne Almanîyayê». Pêşda deh  welat û teşkîletên navnetewî, yên mînanî Organîzeya Netewên Yekbûyî, Avroparlamêntê, Ştatên Yekbûyî, Bêlcîkayê, Kanadayê û Nîdêrlanda xirabkarîyên DAÎŞ ê ye dijî êzdîya nas kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button