H’emû nûçeSereke

Helkirina pirsgirêka Rûsîyayê û  Ûkraînayê wê zûtirekê nebe: şiroçî

Derheqa dew û doza Rûsîyayê û Ûkraînayêda, rêdaktorê rojnama « Azdak» ê Şahan Gantaharyan tevî  Radar Armenia ê  qise kirîye. 

Gantaharyan daye dîyarkirinê, wekî helkirina pirsgirêkê wê zûtirekê nebe û bi fikira wî gerekê berê ewlin paşda vegerine ser menîyên dew û dozê, bona ku rîya helkirina pirsgirêkê bibînin.

Bi gotina wî, pirs ya globale û ew yek tehsîra Rûsîyayêye gêopolîtîkîva girêdayîye.

«Tehsîra Rûsîyayê ya li ser Gurcistanê berê cûrekî mayîn bû.Ew yek usa jî li Sûrîyayêye. Niha li wir beşên Waşîngtonê, Têhranê û kurda hene. Tirk jî piştî şerê Arsaxê li Qafqasîyayê xwe  didine kifşê. Gilî derheqa paresekerê wanî li Agdamêdane. Welatên  li rex sînorê Rûsîyayê dibine endamên NATO-ê. Helkirina wê pirsê jî wê ewbe, dema ku Moskva zona kifşkirî bike bin kontrola xwe.Tenê piştî wê yekê alî dikarin li ber sivira hevraxeberdana rûnên»,- Şahan Gantaharyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button