H’emû nûçeSerekeSîyasî

Qerebag  heye, pirsgirêk helkirî nîne: Ararat Mîrzoyan

Dew û doza Qerebagê heye û rûyê wê yekêda ew usa dimîne, çimkî alîkî nava dew û dozêda dibêje wekî ew tune û ew yek xwexapandine. Derheqa wê yekêda, nava dorana seredana xebatêye li Yûnanistanê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der wextê hevpeyvînê gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew gotnên desthilatdarîya Adirbêcanê, wekî piştî şerê sala 2O2O-î Qerebag çawa sûbyêkt îdî  tune û dew û doz ser hevda hatîye,  lê tabîya civaka navnetewî rastîye cûrekî mayîn didine kifşê.

«Qerebag heye, li kîderê binelîyên ermenîne, yên ku li ser axa kal û bavên xwe dijîn û bêqezîyabûna wan jî aşîtîparêzên rûs niha didine çareserkirinê»,- Mîrzoyan gotîye.

Ewî gotîye, wekî elametîyên hevkarên navnetewî û teşkîleta zelal didine kifşê, wekî dew û doza Qerebagê hê usa maye, pirsgirêk hê nehatîye helkirinê. Derheqa tehsîra şerê li Ûkraînayê, yê li ser halê li Qafqasîyayê, Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê,wekî  piştî destpêka şerê li Ûkraînayê hêzên azêrîya ketine gundê Qerbagêyî Parûxê, lê pêşîya wê yekê gundên dor-bera dabûne ber bomba, bang dihatine kirinê ku ermenî ji Qerebagê derkevin.

Bi gotina Mîrzoyan, niha dema ku guhdarîya dinîyayê li ser Ûkrînayêye, Adirbêcan dikare her dem provokasîya berfireh mîyaserke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button