H’emû nûçeSereke
Swêdê navnîşa ji deh meriva hazir kirîye ku wana teslîmî Tirkîyayê bike

Swêdê navnîşa ji deh meriva hazir kirîye ku wana teslîmî Tirkîyayê bike.
Tirkîyayê Swêdê û Fînlandîyayêra name şandibûn û wanda navên 33 kurda dabûne dîyarkirinê ku wana teslîmî Tirkîyayê bikin.
«Prêssa Swêdê dinivîsve, wekî qulixdarîya welête bêqezîyabûnê navnîşa deh endamên PKK-ê hazir kirîye.Hatîye dîyarkirinê, wekî ev navnîş dikare bona pirsên Tirkîyayê bê xebitandinê»,- têlêvîzîyona tirka derheqa vê yekêda gotîye. Vêtoya ji alîyê Tirkîyayêda, ya bona endamtîya Swêdê û Fînlandîyayêye nava NATO ê da, hatîye hildanê, hersê welata jî dokûmênt îmze kirine.







