SerekeSîyasî

Wekîlê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk: «Derbazkirina hilbijartinên  Kurdistanê nava wedê xweda tiştê bûyînê nîne»

Derbazkirina hilbijartinên parlamêntîyêye li Herêma Kurdistanê, yen  li gorî wedê kifşkirî, tiştê bûyînê nîne. Ew yek diqewime hetanî dawîya sala 2O22 a jî nebe. Derheqa wê yekêda serokê byûroya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, ya hilbijartina, Xosrov Goran gotîye Kurdistan 24-ê.

«Organîzeya Netewên Yekbûyî, bi hevkarîya tevî Îraqê, gotûbêjkirin girêdayî pirsên hilbijartnara tevî lîdêrên partîyayên sîyasî derbaz kirine, bona ku hevraqayîlnebûna helkin û hilbijartina wededa derbazkin»,- Goran gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî nenihêrî wan cedandinên organîzeyê, hetanî niha hevraqayîlbûn nehatîye destanînê. «Derbazkirina hilbijartina qayîlîya partîyava girêdayîye»,- ewî gotîye. «Konstîtûsîya me tune. Eve menîya sereke, wekî hilbijartin wededa derbaz nebûne»,- ewî gotîye.

rbaz nebûne»,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button