H’emû nûçeSereke

Em hêvîdarin wekî zûtirekê hevdîtinên bona gotûbêjkirina peymana aşîtîyê wê hebin: Armên Grîgoryan

«Ermenîstan xebatê berdewam dike bona ku rojeva normalkirina heleqetîyên  ermenîya-azêrîya pêşda bibin»,- derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira Ermenstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan wextê hevpeyvîna tevî kanala têlêvîzîyonêye ewlin, gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku  gelo ev pêvajo sekinîye, yan na.

«Minê ew yek çawa hesar qîmet nekira, çimkî hevdîtina ewlin ya bona dêlîmîtasîyayê li ser sînor derbaz bûye û herdu alîya jî ew hevdîtin çawa ya baş qîmet kirine. Hevdîtina mayîn gerekê li Moskvaê derbazbe, lê ya peyîra jî li Bryûsêlê. Em hêvîdarin, wekî alî wê bi hevra qayîlbin û hevdîtinê bibe»,- sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûnê gotîye.

Grîgoryan usa jî serda zêde kirîye, wekî Ermenîstan bona hevraxeberdana amadeye û heger Adirbêcan jî wî cûreyî bixweze wê mecal hebe ku lez pêşda herin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button