H’emû nûçeSereke

Marûkyan nava pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayêda axaftina têlêfonêye di navbera Paşînyan û Êrdoganda çawa gaveke girîng hesab dike

Baylozê Ermenîstanêyî mexsûs, serokê partîya «Ermenîstana ronî» Êdmon Marûkyan derheqa  qisa bi têlefonê, ya Nîkol Paşînyanê serokwezîr û serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan, xeberdaye. Li ser rûpelê xweyî facebook ê, Êdmon Marûkyan daye dîyarkirinê wekî cara dawî di navbera seroketîyên Ermenîstanê û Tirkîyayêda pêwandîya raste- rast deh sal pêşda bûye û serda zêde kirîye, wekî eva nava pêvajoya normalkirina heleqetîyên ermenîya-tirkada gaveke gelekî girînge.

«Gerekê bê femkirinê, wekî sînorên girtî û tunebûna pêwandîyên dîplomatî wê me nebe tu cîyekî, bi taybetî bi hesabhildana bûyarên şêre dawî jî. Ew yek girînge ku dîyalog berdewambe û dawîyê sînor bên vekirinê û pêwandîyên dîplomatî  îzbatbin. Ermenîstan dîplomatîya aktîv berdewam dike»,- Êdmon Marûkyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button