SerekeSîyasî

Li Efrînê nava encamê derba  ŞAY,  ya avîyasîyonda lîdêrê DAÎŞ-ê hatîye kuştinê

Wezîreta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye parastinê elam kiîye,  ku li Sûrîyayê, nava encamê derba avîyasîyonda, li nehîya Cindêrêsê, ya ku bin kontrola Tirkîyayêdane, lîdêrekî DAÎŞ-ê hatîye kuştinê.

Mahîr Al Akal wî çaxî hatîye kuştinê, wextê ku ew li nêzîkî Cindêrêsê bi motosîkilê diçû, lê alîkarekî wîyî sereke giran birîndar bûye. Derheqa wê yekêda wekîlê Pêntagonê Dêyv Îstbûrn gotîye.

Merkeza Sûrîyayêye mafparêz daye dîyarkirinê, wekî ew lîdêrê DAÎŞ-ê li nehîyên okûpasîyakirî, li Serêkanîyê û Girê Sipî, bûye û sala 2O2O-î ew cîguhastî Efrînê bûye. Wextê kontrola DAÎŞ ê ye li Reqayê, ew lîdêrekî DAÎŞ-ê yî berbiçev bûye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button