H’emû nûçeSereke

Waşîngton piştgirîyê dide normalkirina pêwandîyên ermenîya-tirka

Dêpatamênta Ştatên Yekbûîye dewletê derheqa dîyaloga bi têlefonê, ya rêberên ermenî û tirkda daye dîyarkirinê û gotîye wekî ew piştgirîyê didine normalkirina heleqetîyên ermenîya-tirka. Berdevkê dêpartamênta Ştatên Yekbûîye dewletê gotîye: «Ştatên Yekbûyî piştgirîyê dide pêwandîyên ermenîya-tirka û ew yek dikare bi cûrê baş tehsîra xwe li ser temamîya herêmê bihêle. Dîyaloga ermenîya-tirk dikare qewînbûna herêmê bide mezinkirinê, tehsîra zîyankar zeftke û piştgirîyê bide pêşkeftina êkonomîkî, ya ku wê bona hemûya başbe. Ştatên Yekbûyî hazire piştgirîyê bide vê dîyaloga girîng».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button