H’emû nûçeSereke
15 mamostayên ji ŞAY li Ermenîstanê tên amadekirinê: ewê li welatê xwe dersên dîroka komkujîya Ermenî perwerde bikin

Teşkîleta amêrîkîye bi navê «Genocide Education Project» , bi hevkarîya tevî mûzêy-înstîtûta komkujîya Ermenî, ji 9-a hetanî 17-ê tîrmehê, bernama amadekirina mamostayên ji Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî teşkîl kirine.
Seroka teşkîleta Genocide Education Project ê, ermenîya ji Amêrîkayê Roksan Makascyanê, gotîye wekî ev organîze 2O sal pêşda hatîye sazkirinê û ew înîsîyatîya serbest e, armanca kîjanê ew e ku derheqa komkujîya Ermenîda raberî mamostayên amêrîkî bikin, bona ku ew dersa bidin û înformasîyayên rast, yên derheqa komkujîya Ermenîda, bidine şagirta.







