H’emû nûçeSereke

Hukumata Ermenîstanê wê piştgirîyê  bide wan miletên li Kurdistana Îraqê, yên ku nava  halê girandanin

Hukumata Ermenîstanê wê piştgirîyê bide wan mileta, yên ku rûyê kirîzeyêda ji cîhên başqe cîguhastî Kurdistana Îraqê bûne. Gilî derheqa wan ermenîyadane, usa jî mihacirên êzdîdane, yên ku rûyê zordarîyêda cîguhastî wan cîha bûne. Ev yek nava rojeva civîna hukumatêda hatîye dîyarkirinê.

Hatîye gotinê, wekî rûyê halê Îraqêye cuda-cudada, usa jî halê li Sûrîyayê , gelek ermenî cîguhastî Kurdistan Îraqê bûne û ew hewcê piştgirîya hûmanîtarîne. Hejmara malbetên ermenîye wî cûreyî dighîje 25O-îyî.

Desthilatdarîya Herêma Kurdistanê, dêra ermenîye li Îraqê û usa jî teşkîletên navnetewîye hûmanîtarî, piştgirîya hûmanîtarî didine wan malbeta, lê ew yek bes nîne ku ew yek bê çareserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button