H’emû nûçeSereke

Li gorî raporta banka Avrasîyayêye pêşkeftinê zêdaya Ermenîstanêye êkonomîkî wê îsal ji planên têradîtî derbaztir be

Banka Avrasîyayêye pêşkeftinê raporta makroêkonomîkî belav kirîye, kîjanêda encamên pêşdaçûyîna êkonomîkî, yên welatên endam hatine tomerîkirinê.

Li Qazaxstanê, Ermenîstanê, Qirqizstanê, aktîvîya êkonomîkîye qewat hatîy kifşê.Li Tacîkstanê ew yek hêdî pêşda çûye, lê encamê wê xirab nîbûye.

Nava raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî êkonomîka Ermenîstanê dînamîka mezin dide kifşê.Nava pênc mehên ewlinda, aktîvîy êkonomîkîye bi 1O,2 selefî dîyar bûye. Wedê tûrîzmêyî açix û berfirehbûna hatina welatîyên Rûsîyayê, alî êkonomîka welêt dikin. Hatîye dîyarkirinê, wekî nîvek salêye duemda ev yek wê ji hemû planên têradîtî derbaztirbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button