SerekeSîyasî

Mesûd Barzanî beşdarî pîrozkirina roja hildana Bastîlîyayê bûye

Lîdêrê kurd, serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, Mesûd Barzanî tevî çend nevsên kurde fermî, li mîsîya fransîye dîplomatî, ya li Hewlêrê, beşdarî pîrozkrina roja hildana Bastîlîyayê bûye.

«Pir xweşhalim, ku ez beşdarî êvarîya pîrozkirina roja hildana Bastîlîyayê dibim, ya ku konsûlxana Fransîyayêye li Hewlêrê teşkîl kirîye»,- serok Barzanî Twittere da nivîsîye. «Îzinê bidin ku ez dostên mera, cimeta Fransîyayêra, cejina miletîyêye xweş bixwezim».

Hewlêr û Parîz pêwandîyên dîrokîye dostîyê xweyî dikin. Fransîya dikeve nava wan welata, yên ku nava şerkarîya dijî DAÎŞ-ê piştgirî dane hêzên pêşmerga.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button