H’emû nûçeSereke

Wezîreta Rûsîyayêye karên der elam kirîye, wekî armanca Krêmlê tune şêr bide sekinandinê

Armanca Rûsîyayê ewe ku şerê dijî Ûkraînayê hetanî wî çaxî berdewamke, hetanî ku bigîjine meremê xwe. Derheqa wê yekêda nûnera wezîreta Rûsîyayêye karên Marîya Zaxarovayê gotîye. Bi gotina Zaxarovayê, Ştatên Amrîkayêye Yekbûyî û tifaqdarên Kîêvêyêye mayînra wê li hev neyê ku dereca şerkarîya Ûkraînayê bidine zêdekirinê.

Bi çiqasîva jî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û tifadarên wê bicêribînin dereca şerkarîya rêjîma Kîêvêyê bidine bilindkirinê, serokatîya Rûsîyayê çendik-çend cara îdî elam kirîye, wekî opêrasîyona leşkerî wê berdewambe û pirsên pêşdakişandî wê bêne helkirinê”,- Zaxarovayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button