H’emû nûçeSereke
Dîyaloga raste-rast bona helkirina pirsgirêka rîya here amine: sêkrêtarê ŞAY
Sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blîkên rûpelê xweyî Twittere da derheqa hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên derda nivîsîye.
«Wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov û wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Tiblîsîyê rastî hevdu hatine û ew yek gaveke başe.
Dîyaloga raste-rast rîya here amine ku pirsgirêkên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bêne helkirinê.
Me çawa pêşda da dîyarkirinê, bi mêvandarîya wezîrê Gurcistanêyî karên der Îlîya Darçîaşvîlî, hevdîtina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov li Tibîlîsîyê derbaz bûye.