H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan û Mîxayîl Mîşûstîn pirsên hevkarîya Ermenîstanê û Rûsyayê gotûbêj kirine

Serokwezîr Nîkol Paşînyan tevî serokê Fêdêrasîyona Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn  bi têlefon qise kirîye.

Derheqa wê yekêda ji hukumata Ermenîstanê elamî Armênprêssê kirine û dane kifşê, wekî hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayê, usa jî pirsên girêdayî  rojeva Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî hatine gotûbêjkirinê.

Nîkol Paşînyan razalixî elamî Mîxayîl Mîşûstîn kirîye bo ku bi lez bersiva pirsên hevkarîya bazirganîyê , yên Ermenîstanê û Rûsîyayê daye.

Usa jî pirsên rojeva civîna Yektîya Avrasîyayêye êkonomîkîye meha tebaxêye li Qirqizstanê, hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button