H’emû nûçeSereke

Pêşkeftina pêwandîyên  tevî Gurcistanê bona Ermenîstanê girînge: Mîrzoyan

16-ê tîrmehê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan nava çarçoveya seredana li Tibîlîsîyê rastî serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Garîbaşvîlî hatîye. Ararat Mîrzoyan û Îraklî Garîbaşvîlî girêdayî dereca bilindra, ya pêwandyên ermenîya-gurcaye dostîyêra, razîbûna xwe dane dîyarkirinê û bi hêvîdarî elam kirine, wekî aktîvbûna dîyaloga sîyasî û seredanên fermî wê alî qewînbûna hevkarîya pircûre bikin.

Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî pêşkeftina pêwandîyên tevî Gurcistanê bona Ermenîstanê bi stratêcî girînge.

Xêncî pirsên pircûre, usa jî pirsên derheqa cîguhastina baraye nava Gurcistanêra hatine gotûbêjkirinê.

Usa jî cêrge pirsên derheqa  bêqezîyabûna  herêmê hatine gotûbêjkirinê.Fikir dora normalkirina heleqetîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button