H’emû nûçeSereke
Serokên ŞAY û Îraqê derheqa hevkarîya herdu welataye qewînda elam kirine
Serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên li Cîdayê tevî serokwezîrê Îraqê Mistefa Al kazimî qise kirîye.
Wextê hevdîtinê, derheqa hevkarîya dualîda, ya di navbera Îraqê û Ştatên Yekbûyîda xeberdan çûye û hatîye elamkirinê, wekî hevkarîyê gerekê diha zêde bidine qewînkirinê.
Li gorî elametîya Mala Sipî, serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî usa jî înîsîyatîva serokwezîrê Îraqê, ya bona derbazkirina hevraxeberdanên di navbera Erebistana Saûdî û Îranêda silav kirîye.