SerekeSîyasî

Êrdogan: Tirkîya dikare prosêsa endamtîya Swêdê û Fînlandîyayêye nava NATO ê da bide qerimandinê

Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan elam kirîye,wekî  Enqere dikare prosêsa endamtîya Swêdê û Fînlandîyayêye nava NATO ê da bide qerimandinê, heger ew qewilên wêye pêşdakişandî mîyaser nekin.

«Ez dixwezim careke mayîn bîr bînim, wekî heger Swêd û Fînlandîya gavên anegor bona mîyaserkirina qewilên me nevêjin, emê wê prosêsê biqerimînin. Tirkîya li ser tabîya xweye»,- Êrdogan wextê prêss-konfêransê gotîye.

Serokatîya Tirkîyayê qewil pêşda kişandine, ku ew herdu welat tevî Enqerê hevkarîyê bikin û dijî çend teşkîleta, bi taybetî tevî PKK-ê, şerkarîyê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button