H’emû nûçeSereke

Gelek qewat û rêsûrsên Rûsîyayê hene ku demên dijwar hevalbendên xwe biparêze: Narîşkîn

Rûsîya gelek qewat û rêsûrsên wê hene ku demên dijwar hevalbendên xwe biparêze. Bi ragîhandina Armênprêssê derheqa wê yekêda  li Yêrêvanê wextê  qisa tevî rojnamavena, serokê cesûsîya Rûsîyayêye der Sêrgêy Narîşkîn gotîye.

Ewî daye bawarkirinê, wekî pêvajoyên întêgrasîya Hevalbendîya Welatên Serbest garantîya aramîyêye.Narîşkîn  bîr anîye, wekî li herêmê pêkhatinên întêgrasîyon: Yektîya Avrasîyayêye êkonomîkî, Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv dixebitin.

Amûrên parastina întêgrasyonê garantîyake başe ku aramî û ewlehîyê biparêzin

 « Ew avahî li gorî berjewandîyên hemû dewletên ku beşekin, hatine çêkirinê.Hactên parastina întêgrasîyon garantîyake başe ku aramîyê biparêzin.Xêncî wê Rûsîya gelek qewat û rêsûrsên wê hene ku demên dijwar hevalbendên xwe biparêze»,- Narîşkîn gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button