H’emû nûçeSereke

Nava şerê Rûsîyayê û Ûkraînayêda bernamên Rûsîyayê nehatine mîyaserkirinê: sîyasîzan

Pirsgirêka şerê Rûsîyayê û Ûkraînayê hebû bona ku sînorên Rûsîyayêye baş bihatana çareserkirinê û mecal çêbûya, ku Rûsîya biketa nava opêrasîyonên wî cûreîye li Ûkrînayê û bicêribanda pirsgirêkên xwe hel bikirana, ji kîjana ya ewlin behra Reşva grêdayîye. Derheqa wê yekêda sîyasîzan Saro Sarosyan gotîye.

Bi gotina wî, ew yek wê yekêva girêdayî bû, wekî Rûsîyayê nikaribûya pirsa wî cûreyî hel bikira, heger qayîlîya wê Tirkîyayêra tunebûna.

«Dîroka çend sedsale, ya împêratorîyên osmanî û rûsî wê yekêva girêdayîye, ku li behra Reş tehsîra wane mezin hebe. Ji wî alîda tu tişt nehatîye guhartinê û bona çareserkirina çûyîn-hatinê Rûsîya gerekê bona  her tiştî Tirkîyayêra pevbiketa bona ku bikaribûya dijî berxudana Rojavayê ber xwe bida. Şerê Rûsîyayê û Ûkraînayê ew hal îzbat nekir, bernamên wêye kifşkirî nehatine îzbatkirinê. Niha halekî usa pêşda hatîye, wekî Rûsîya nikare bighîje aşîtîyê. Alîyê Ûkraînayê jî berbi berdaxustina naçe. Serokê Ûkraînayê van axirîya got, wekî pirsa eskerê Ûkraînayê heye, ku êrîşê destpêkin û topraxên okûpasîyakirî azakin. Ew yek dide kifşê, wekî şerê wî çaxî bisekine, dema ku Ûkraîna topraxa paşda vegerîne»- Saro Saroyanê sîyasîzan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button