H’emû nûçeSereke

Rûsîya li ber wê pirsê sekinîye ku tehsîra xweye li Qafqasîya Başûr dikare undake: sîyasîzan

Saro Sarosyanê sîyasîzan li ser hîmê şerê li Ûkraînayê derheqa ssênara îmzekirina peymana Ermenîstanê û Adirbêcanê şirove kirîye. Sîyasîzan daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya û Tirkîya dixwezin tehsîra xwe li Qafqasîya Başûr îzbatkin, ku Rojava nekeve li wir û rola wê nava pirsgirêka Qerebagêda tunebe.  Li gorî bernama rûsa-tirka, dixwezin faktora ermenî bê hildanê, eskerê Ermenîstanê tunebe. Feqet Saro Saroyan dibêje, wekî şerê li Ûkraînayê pevketina rûsa-tirka tevlîhev kirîye.Sîyasîzan dibêje, wekî nava vî halîda tehsîra Rûsîyayêye li Asîya Navîn, li Avropa Rojhilatê û usa jî li Qafqasîya Başûr kêm bûye.

« Gerekê bê gutinê, wekî Rûsîya niha li ser wê pirsê sekinîye, ku dikare tehsîra xweye li Qafqasîya Başûr undake»,- Saro Saroyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button