H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê serokê cesûsîya Rûsîyayêye der qebûl kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê  Nîkol Paşînyan serokê cesûsîya Rûsîyayêye der Sêrgêy Narîşkîn qebûl kirîye.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî serokwezîr daye dîyarkirinê ku seredana birêz Narîşkîn dîsa mecaleke başe ku pirsên rojeva pêwandîyên ermenîya-rûsaye tifaqdarîyê gotûbêj bikin. Nîkol Paşînyan daye dîyakirinê, wekî îsal 3O salên îzbatbûna heleqetîyên dîplomatîye di navbera herdu welatada demam bûne û guman hatîye elamkirinê, wekî bi cedandinên tevayî wê li hev bê hevkrîyê diha kardar û qewînkin.

Sêrgêy Narîşkîn bona qebûlkirina germ razalixî elam kirîye û derheqa wê yekêda xeberdaye ku dîyaloga di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda li ser dereca bilinde, bi saya kîjanê nava govekên cuda-cudada hevkarî pêş dikeve û qewîn dibe.

Tevbûyên hevdîtinê pirsên derheqa bêqezîyabûna herêmî û navnetewîda gotûbêj kirine. Xeberdan derheqa pêvajoyên li Qafqasîya Başûr jî çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button