H’emû nûçeSereke
Emê bi hemû cûra piştgirîyê bidine pêşeroja Qafqasîya Başûr: berdevkê dêpartamênta ŞAY

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hevdîtina li Tibîlîsîyê, ya wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der, slav dike. Derheqa wê yekêda berdevkê dêpartamênta Ştatên Amêrîkayêye yekbûyîye dewletêye Nêd Prays gotîye.
Bi dayîna bersiva wê pirsê, ku rola Ştatên Yekbûyî nava vê pêvajoyêda ya çi cûreyîye, Prays gotîye:«Rola me ya aktîve. Me her dem gotîye, wekî em hazirin tevî hevalkarên xwe û hemsedirên koma Mînskê alî welata bikin ku bighîjine aramîyê».
Em bawarin, wekî dîyaloga bona gihîştina pêşeroja Qafqasîya Başûr cûrê herî başe û emê bi hemû cûreyî piştgirîyê bidine wê yekê»,-Prays gotîye.