H’emû nûçeSereke

Hêzên sîlihkirî, yên ku rûyê şêrda çûbûne Arsaxê, paşda vedigerine Ermenîstanê: Armên Grîgoryan

Li Komara Arsaxê  leşkerên ji Ermenîstanê wê tunebin.Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî Armênprêssê, sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan gotîye.

Ewî gotîye, wekî leşkerên li Arsaxê wê nava eskerê parastinêda qulixkin.

«Çend parsekerên hêzên Ermenîstanê wextê şêr çawa piştgir hatibûne Arsaxê. Piştî îzbatbûna agirbestê û cîhwarkirina hêzên Rûsîyayêy aşîtîparêz, deranîna hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî, yên ji Arsaxê nêzîkî aqilaye»,- Grîgoryan gotîye û bi hêvîdarîya Armênprêssê ew rexnekirin şirovekirîye, bi kîjanê hatibû gotinê, wekî Ermenîstan esker ji wir derdixe û Arsaxê bêyî parastin dihêle.

Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo ew yek nade kifşê, wekî Arsax bêyî parastin dimîne, sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûnê gotîye:

«Na xêr, çimkî pêşda jî çareserkirina bêqezîyabûna Arsaxê hema eskerê wê mîyaser kirîye. Vî alîda tu tişt nayê guhartinê. Nenihêrî wê yekê,  gerekê tiştek jî bê  kifşkirinê, wekî cîhwarkirina hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz gerekê bibe garanta bêqezîyabûnê».

Çawa bersiva pirsa rojnamevan wekî bûyarên li Parûxê dane kifşê, ku ew yek usa nîne, Grîgoryan gotîye:

«Bûyarên li Parûxê teribandina elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-î û mafê navnetewîne. Hêzên azêrîya li Qerebagê ketine zona bin cabdarîya hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz. Rûsîyayê daye bawarkirinê, wekî hêzên azêrîya gerekê ji wir derkevin û em hêvîdarin, wekî deranîna hêzên azêrîya wê ji alîyê aşîtîparêzên rûsda bê çareserkirinê. Heyîna hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz hema şedetîya wê yekê dide, wekî ew yek bona cimeta Qerebagê garantîyaye».

Bi vî cûreyî ji meha îlonêda destpêkirî li Arsaxê wê  leşkerên ji Ermenîstanê  tunebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button