H’emû nûçeSereke
Pûtîn wextê hevdîtina tevî Êrdogan usa jî derheqa helkirina pirsgirêka Qerebagêda xeberdaye
Li Têhranê, wextê hevdîtina tevî serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan, serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn usa jî derheqa helkirina pirsgirêka Qerebagêda xeberdaye. Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda malpera Krêmlêye fermî elam kirîye.
«Bêguman, li ber me usa jî pirseke mayîne girîng heye, helkirina pirsgirêka Qerebagê. Van axirîya, nava çarçoveya civîna Kaspîyê, ez rastî serokê Adirbêcanê hatime»,- Pûtîn gotîye.