
Êkoaktîvîsta Swêdêye 19 salî Grêta Tûmbêrg dijî endamtîya Swêdêye nava NATO ê da derketîye. Ewê li ser rûpelê Twittere derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê.
Pêşdahatina êkoaktîvîsta nava pêşengeha Stokholmêda derbaz bûye.
Xêncî wê yekê Tûmbêrg û piştgirên wê bang kirine ku «Kurdistana aza» biparêzin. Bi vî cûreyî ew dijî dewekarîya serokê Tirkîyayê Êrdogan derketine, bi kîjanê serokê Tirkîyayê dew kiribû ku Swêd û Fînlandîya nava şerkarîya dijî PKK ê da hevkarîyê bikin.