H’emû nûçeSereke

Piştî hevdîtina li Têhranê hevraqayîlnebûnên di navbera Tirkîyayê û Îranêda wê nava pirsa kurdîda diha kûrbin

Wextê hevdîtina sêalî, ya Rûsîyayê, Tirkîyayê û Îranê, usa jî pirsên girêdayî kurda û Sûrîyayêra, hatine gotûbêjkirinê. Pêşîya vê hevdîtinê kurdên Sûrîyayê bangî Moskvayê û Têhranê kirine ku opêrasîyona tirkaye li Rojavayê bidine sekinandinê. Bi fikira Karên Hovhannîsyanê kurdzan nava pirsa kurdîda di navbera Têhranê û Enqerêda hevraqayîlnebûn wê bêne kifşê. Ewî gotîye, wekî meremê Tirkîyayê ewe ku bi menîya vekirina rîya, pirsgirêka kurd  bi cûrê xwe helke, lê Îran dijî wê yekêye.

Bi gotina Hovhannîsyan nava pirsgirêka kurdida berjewandîyên Rûsîyayê û Tirkîyayê dijî hev derdikevin, çimkî nava wê dew û dozêda ew li alîyên cudane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button