Sereke

Êrdogan elam kirîye wekî Tirkîya li Sûrîyayê nava pirsa mîyaserkirina opêrasîyona leşkerîda hîvîya piştgirîya Rûsîyayê û Îranêye

Wextê paşdahatina xweye ji Têhranê, wextê qisa tevî rojnamavena, serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan derheqa destpêkirina opêrasîyona leşkerî, ya li  Sûrîyayê xeberdaye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî gerekê ji nehîyên Sûrîyayêye ji çemê Ferat berbi rojhilatê dûrkeve û serda zêde kirîye, wekî hema Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî li wir «piştgirîyê dide têrorîsta».

Êrdogan daye dîyarkirinê, wekî pirsa opêrasîyona nû wê awqas wext rojeva Enerêda bimîne, hetanî ku qezîya bona Tirkîyayê bê xweykirinê.

Êrdogan serda zêde kirîye, wekî Enqere hîvîya piştgirîya Rûsîyayê û Îranêye, bona ku ji sînorê Tirkîyayê destpêkirî bi kûraya 3O-î kîlomêtrî opêrasîyonê mîyaserke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button