Partîya Dêmokratîk ya Gela Tirkîya nava kuştina neh binelîyên edile li Zaxoyê gunehkar kirîye.
Şêwira partîyayê elam kirîye, wekî hukumata Tirkîyayê bona wê xezayê cabdarîya sîyasî û hiqûqî li ser xwe dikişîne û ewê nava dîrokêda, piştî Roboskîyê, bibe xeza duem. Ev yek usa jî gaveke dijî serbixwetîya welatekî mayîne.
«Bombebarandinên li ser cîhên sîvîl, xirabkaryên dijî merivatîyê û xirabkarîyên leşkerîne.Tirkîyayê konvênsîya navnetewî îmze kirîye, bi kîjanê xirabkarîyên dijî merivatîyê û yên leşkerî tên qedexekirinê»,- partîyayê elam kirîye.
Xêncî wê yekê partîya Dêmokratîk, ya Gela berbirî serokê parlamêntê bûye ku lez civînê teşkîlkin. Feqet hukumata Tirkîyayê cabdarîya bona trajêdîya li Zaxoyê înkar dike.