H’emû nûçeSereke

Heger halê ji koronavîrûsê pêşdahatî careke mayîn sertbe, sînorktrin wê careke mayîn hebin, lê niha ew hal nîne: Anahît Avanêsyan

Nava meha dawîda li Ermenîstanê zêdebûna nexweşîya koronavîrûsê hatîye kifşê. Ew yek hîmlî çûyîn-hatina berbi welatên avropîva girêdayîye. Derheqa wê yekêda wezîra Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Anahît  Avanêsyanê gotîye rojnamevana.

«Nava herdu mehên dawîda, hejmarên nexweşîyêye gelekî nimiz hebûne. Nava meha dawîda ew hejmar hinekî bilind bûne û ew yek hîmlî seferên welatên avropîva girêdayîye. Em texmîn dikin, wekî wê li Ermenîstanê jî nexweşî hebe. Nava hevtîya pêşîya meda, emê fem bikin, ku ew pêl wê bitemire, yan na. Heger hal careke mayîn sertbe, wî çaxî sînorkirin wê hebin, lê niha ew hal tune»,-Avanêsyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button