H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê werguhastin nava sîstêma hiqûqîda tên mîyaserkirinê
Hukumata Ermenîstanê stratêcîya werguhastinên hiqûqî û yên nava mehkemêda, ya salên 2O22-2O26-a û bernama wan kirina îzbat kirîye.Wextê civîna hukumatê, wezîrê edaletê Karên Andrêasyan derheqa wê yekêda gotîye û daye dîyarkirinê, wekî ew tiştekî nû nîne, lê bernama stratêcîya sala 2O19-a qebûl kirîye.
Bi raberkrina xalên nava stratêcîyayêda, Karên Andrêasyan gotîye, wekî ya ewlin werguhastinên sîstêma mehkemêne. Bi gilîkî nava temamîya sîstêma hiqûqîda werguhastin tên mîyaserkirinê.