SerekeSîyasî

Piştî  qisa tevî Çaûşoglû, Bayramov Lavrora qise kirîye: alîya pêvajoya normalkirina heleqetîyên di nvabera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gotûbêj kirine

Wezîrê Rûsîyaêyî karên der Sêrgêy Lavrov bi têlefonê tevî wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn  Bayramov qise kirîye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Rûsîyayêye karên der elam kirine.

Hatîye gotinê, wekî  wezîra pêşdaçûyna hevkarîya dualî gotûbêj kirine.

«Fikir derheqa cêrge pirsên herêmî û navneteweyîda hatine pevguhartinê, nava wanda usa jî pêvajoya normalkirina heleqetîyên di navbra Ermenîstanê û Adirbêcanêda. Hatîye dîyarkirinê, wekî  pêwîste ku xebatên dora xalên qayîlnivîsarên sala 2O2O-î û sala 2O21-ê  bêne berdewamkirinê»,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Wezîreta Adirbêcanêye karên der jî elam kirîye, wekî fikir dora pirsên herêmêye transportêda hatine pevguhartinê û xeberdan derheqa  girîngîya sivdera transportêye «Bakûr-Başûr» çûye, ya nava Rûsîyayê, Adirbêcanê û Îranêra derbaz dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button